Ana içeriğe atla

Kayıtlar

CİNAYET VE ŞİDDETİN MEKANİK DÖNGÜSÜ

CİNAYET VE ŞİDDETİN MEKANİK DÖNGÜSÜ   İktidarların ve iktidarda olmak isteyenlerin en belirgin benzerliği şiddeti kullanma biçimleridir. Tarih boyunca iktidarlar ve iktidar hevesinde olanların yazgısını kaçınılmaz olarak ölme/öldürme ile şiddet belirlemiştir. İktidar olarak gücün varlığı ve kanıtının temel dayanağı cinayetlerin sürekliliğiyle sağlanır. Her iktidar bir şekilde şiddetin içinde yer alır ya da açıkça şiddete başvurur. İktidarı koruyan güç cinayetlerle beslenir. Tam da bu noktada “şiddet-ölüm- cinayet” ekseninde Shakespeare’in Macbeth’i ile İonesco’nun Macbett’i ortak izleklere sahiptir. Her iki oyunda da her bir cinayet yeni cinayetlerin zorunluluğunu doğurur. Erk sahibi olma isteğinin doğurduğu kan ve şiddet oyunların ana temasını oluşturur. Shakespeare’in Macbeth tragedyasında iktidar olma hırsıyla başlayan cinayetlerin doğurduğu şiddet oyunun bütününe egemendir. Macbeth, soylu değerleri bir tarafa bırakarak, kişisel çıkarı için “ideal” kral Duncan’ı öldür...

Sergotina Tilermenî

Sergotina Tilermenî Ji ber ku Yaqub Tilermenî, romana xwe ya “Sergotina Calvino” ji mijar û çîrokên “Sergo û ve/gotinê” weke bingeh hilgirtiye; ez ê jî, ji bo vê romanê taybetî li ser xwesteka vegotina nivîskêr bisekinim. Bi danberhevdina referansên Calvîno û bi têbiniyên vegotina romanê re dixwazim binirxînim. Ji navê romanê û pêşgotinê yan “sergo(tin)”ê xwendevan pê dihise ku mijar wê li ser hîmê “vegotin û sergo”yê bisekine. Di çîroka destpêkê de, kuştiyek û kujerekî ne diyar derdikeve û xwendevan li “nasnemaya” van lehengan digere. Ji ber vê yekê xwendevan ji destpêka romanê li benda honakeke dramatîk e.   Lê piştî çîrokeke din nivîskar bi zanebûn “lêgerîna” çîrokê bi vegotineke din diguherîne. Di çîrokên dîtir de, sedema kûjerbûnê di honakeke din de dîsa derdixîne, lê pişt re “vebêjer” vê çîrokê jî diguherîne û dramatîka “klasîk” serûbin dike. Vebêjerê giştî û yê leheng, di her çîrokê de bi awayekî din derdikeve û vedibêje. Mîna ku ji yekî re qal bike, çîrokên xw...

ZILAMEK Û ZIMANEK

ZILAMEK Û ZIMANEK- Celadet Alî Bedirxan Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin. Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jîyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin. Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive. Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî   êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye. Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ib...

“Birîna Reş” Musa Anter

“Birîna Reş” Musa Anter Paşxeneya Dîrokî: Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin. Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“ Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in. ” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindes...

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!

Ji Notên “Fawaz Husên – Parîsabad” Bê Şîrove!   Kesên Berhemê: Îsa , 25 sal li Awropayê dijî, Vebêjerê berhemê ye… Nivîskar bi xwe ye.. Vê yekê venaşêre û raste rast qala xwe dike û li xwe dizîvire (Zaroktî, Penaberî, Mirina Bav…) “ Ez bi xweji dan stendinê kurdan dûr im, lê di çend saetan de ez agahdarî hamû tevgerên wan dibim. ”(r.16) “Ne ji dûr, ne ji nêzîk neketime ne partiyên kurdî, ne yên fransî.” (r.20) “Ez bi xwe mirina bavê xwe wek çiyayekî ji resasê li ser pişta xwe dikim û wê mirinê bi xwe re li her derê digarînim.”(r.27) “…ez bi kû derê ve herim, ez ê hergav pêrgî mirina bavê xwe bêm û ku ez ê wê mirinê mîna xaça îsa li ser canê xwe bikim û wê li canê xwe bikim û wê li kolan û qehwexaneyên Parîsê bigerînim.” (r.39) “Nîşanên tirsdar… “Gelek caran, ez ji xwe re dibêjim ku jiyana min li Fransayê jiyaneke pûç û bêmane ye. Lê gava ez li Rojhilata Navînê bi bîra xwe tînim û hemû meqersî û zindanên wê di serê xwe de dibînim, ez li ser teriya xwe rûdinêm...