Hebûna şanoyê li her welatî û di nav her neteweyekê de nîşaneyek hebûna şaristaniyê ye. Ew kesên ku avakirina şanoyê difikirin di nav welatê xwe û gel de mirovên xwedî şaristanî ne. Neteweya kurd di rê, war û şanoya xwe de, xwe digihîne serdema rê û resmên Mîtraîzm û Zerdeşt. Hebûna dîtina şano û hunerê xwe digihîne serdema împeretoriyan. Bi vê rewşê piştî hilweşandina Medan ji aliyê desthilatdariyê ve şano jî ber bi raketinê ve diçe. Persî desthilatiya şano û birêvebirinê dest datînin ser. Şano û cihê şanoyê di serzemîna Mezopotamyayê de di bin navenda olî û şaristaniyetê de, di bin desthilatdariya siyasî, çand û olên cuda de dîroka xwe jiyaye û heta digihêje serdema nû. Di nav kurdan de şano û cihên şanoyê bi berdewamî maye û bi form û şêweyên cuda gihîştiye îro. Desthilatiya herêmî û olên cuda şano û rêbazên şanoyê pirengî û pirşêweyî kiriye. Vê rewşê berdewam kiriye heta şerê cîhanê yê duyemîn. Li Mehabadê piştî îlona 1941ê piştî nemana desthilatiya rejîma Riza Şah, ...
when you are going to shoot shoot don't talk / Nebêje, bike!