Ana içeriğe atla

Kayıtlar

NÛSEREKÎ QEWÎN: MEHMET DÎCLE

Çetoyê Zêdo: Em jî weke her tim, ji pirsa yekê dest pê bikin. Ji kerema xwe, tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? Mehmet Dîcle : Ez di sala 1977an de li gundê Çolaxa ya Bismilê hatim dinê. Lê malbata min, li gorî ku min lêkolaye çendsed sal in ku li Hezroyê bûne, ango ez ji Hezroyê me û li Hezroyê mezin bûm û heta ku lîse xelas bû, ez li Hezroyê jiyiyam. Paşê ji bo zanîngehê hatim Stenbolê. Min zanîngeha Stenbolê beşa Cografyayê xwend. Di salên zanîngehê de ez di nav tevgera ciwanên welatparêz de mam û bi rastî jî ew salên min ên gelek çalak bûn. Di wan salan de hema bibê min xwe, dunya û wêje nas kir. Li klûba edebiyatê ya zanîngehê min û hevalên xwe bi salan kitêb xwendin, hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî. Paşê di wan salan de ez di kovara Jiyana Rewşen û Rewşennameyê de xebitîm. Her weha li weşanxaneya Aramê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. -  Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî? Te çawa dest pê kir, rewşa te ya wê demê çawa bû? Ji ber k...

Ji Şanoya Kurdî Lîstikvaneke Jin: Berfîn Emektar

Berfîn Emektar, di 1979an de li navçeya Çewlikê Gêxî (Kığı) hate dinê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dibin. Di sala 1993an de li NÇMêya Îzmîrê di perwerdehiya beşa zarokan de tevlî atolyeyan dibe. Di 1996an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003an li NÇMa Îzmîrê di koma Şanoya Hêvî de û ji 2003yan şûnde jî, li NÇMa Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cî digre. Ji 2005an heta 2010an di hin bernameyên TVyan de weke pêşkeşvan xebitî. Ji 2010an virde li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikvaniyê dike û û di performansa “Şanoya Jixweberiyê” de dilîze. Di şanoya “Jinên Çaverê” de ku şanoya Başûr de jî weke lîstikvan cih girtiye.  Ji bo şanonameya Zana Mazak “Don Kîşot- Serpêhatiya Kurdistanê” bi derhêneriya Ferhat Keskîn re haziriya wê dike. Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî? Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMa Îzmîrê û pê re  nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vê...

Şervanekî Şanoyê: Osman Kurtalan

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe ji bo me vebêjî? Osman Kurtalan: Navê min Osman Kurtalan e. Ez di sala 1970yî de li Misirca Sêrtê, gundê Bêkendê hatime dunyê. Ji ber ku di nav malê de yê mezin ez bûm, ji bo debara malê min di zaroktiya xwe de dest bi xebatkariyê kir. Li gelek bajarên tirkan de di şuxlên cuda de xebitîm. Ji malbatî hişmendiyeke Kurdî bi min re hebû û bûyerên ku diqewimîn bandor li ser min dikir. Piştî ku vegeriyam wêlet, bi têkoşînê re tevî du hevalên xwe yên zaroktiyê di 1993an de em tevlî gerîla bûn. Piştî cend rojên ku ez tevlî nav refên azadiyê bûm, di pîrozbahiya 15ê Tebaxê de, li ser daxwaza hin hevalan, min di kurteşanoyekê de cî girt. Heta sala 2001ê de di hemû pîrozbahiyan de, cihê ku ez lê bûm, hertim min di van şanoyan de dilîst. Bi avakirina Dibistana Şehîd Sefkan re, di 2002yan ez jî tevlî nav vê koma şanoyê bûm. Weke lîstikvan min di şanoyên “Agirê Bêdawî, Rastî Dagirkiriye, Teyrê Zîv, Nemir, Xwîna Yekem, Evîna Gul û Masî, Jiyana Bêxtewer… Eyna...

"Leylanok, Derî, Goristana Stêrkan..." an jî bi edebî “Yıldız Çakar”

Yıldız Çakar ; berhema wê ya “Goristana Stêrkan” di sala 2004an de ji Weşanên Elmayê derdikeve. Pirtûka duyem î bi navê “Ala” 2008an li Dihokê, ji aliyê yekitiya niviskarên Dihokê vê çap dibe. Bi hevkariya Amed Tigrîs re “Ansiklopediya Amedê” dinivîse, ji aliyê  Şaredariya Amedê ve di 2012an de tê weşandin. Berhama wê yên bi navê “Derî” (Helbest, 2012) û Leylanok (2014, ceribandin) di nav weşanên Avestayê derdikeve. Niha amadekariya romana xwe dike bo çapê û li ser Melayî Cizîrî dixebite… Yıldız Çakar, avakara Komeleya Nivîskarên Kurd e û li Amedê dijî.      Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bidî nasîn? Yıldız Çakar : Nasnameyek di bêrika min de ye, lê belê temsîliyeta min nake. Heta wextekê bi awayekî fermî navê min Rojan bû. Li dibistanê gotin ev nav qedexe ye û dîplome nedan min. Ji ber vê bavê min ji mecbûriyetê navê min guhert. Di rojekê de ez bûm Yildiz.  Weke ku mirov di nava du pergalan de bimîne... Bi eslê xwe ji Qerejdaxê me. Mi...

Axaftineke Telefonê

Dem: Şev, Saet li derdora 22.00an, 13.05.2015 Mekan: Ez(Çetoyê ji mala Zêdo) li “Su Gösteri Merkezi” û Recep İçen jî li “Kenter Tiyatrosu” ye… Ç: Eloo? R: Hê? Ç: Tu li ku yî? R: Ez nû ji lîstikê derketim? Tu? - Ez jî!... Çawa bû, xweş bû ne? ( Şanogeriya Xulamê Du Xwedî ) - Bi xwedê lîstik hew dibû, eynen bibû Qomediya dell’kurdî J Lê mixabin bêxwedî ma! - Çawa yanî? - Temaşevan pirr kêm bû! - Na yaw, li vir jî kêm bû? ( Şanogeriya Mars )  - Temam, vaye ez jî diçim malê. - Ez jî têm! Dibe? - Wer! Stop! Encam: Nizanim, di binhiş û serhişiya vê axaftinê de, çi derdikeve, ew bila bimîne li aliyekî… tiştê ku ez dixwazim balê bikşînim ser ev in: Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî (Stenbol, 10 û 17ê Gulanê) bi organîzayona Bernameyên 13ê Gulanê yên ji aliyê NÇMê ve hatiye diyarkirin: -           Mars (Şano, Saet:20.00) -           Xulamê Du Xwedî (Ş...

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo

“Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...” Egîdê Cimo, di sala 1930yan de li Ermenîstanê gundê Erdeşîrê hatiye dinyê. Bi destpêkirina weşana Radyoya Êrîvanê (1955an) weke sazbend dest bi xebatê dike û ji 1960î ve her ku diçe dengê bilûra wî li tevahiya Kurdistanê belav dibe û bi nasnavê “Mîrê Bilûrê” heta îro deng vedide. Li ber dengê mey, fîq û bilûra Egîdê Cimo, gelek stran û kilamên Kurdî tê gotin û dikeve nav kelepora muzîka Kurdî.   37 salan bê navber li Radyoya Erîvanê hunera xwe pêk tîne. Di sala 1967an de li Ermenîstanê dibistana Muzîkê Romanos Melikiyan de 5 sala perwerdehiya xwe diqedîne. Li gorî temenê xwe yî 85 saliya xwe, hê jî hunerê bi ruhê xwe pêk tîne.  Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...” Çetoyê Zêdo: Hûn kengî çûn Radiya ya Erîvanê? Egîdê Cimo: 1955an Radiyo ya Erîvanê vebû. Dema ez çûm Radyoyê bûm, zêde kes tunebû. Hunermendên kurd li radyoyê kom dibûn...