Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Çawîşê Muxeberatê: Kê Kî Kuştiye? (*)

Binxetê… Salên 1960î… Ji derve dengê frêna erbeyeke tê bihîstin… Erebe disekine û dengê qerebalixê her ku diçe zêde dibe. Ji derve bi dengekî berz  “Dakevin, yeko yek bidin dû hev û derbas bibin!” tê bihîstin. Çawişê Polîsan , derî vedike û li benda kesên din  disekine. Peşî mirovekî navsere û jinek û çend zilamên din dikevin dundur. Çawîş piştî ku her kes dikeve hundur, bi destan nişanî wan dide ku ji bo ku rûnên. Yê navsere li ser kursiyê û yên din jî li erdê rûdinên… Çawîş tê li ser paldanka xwe, cihê xwe xweş dike, kumê xwe li ber xwe datîne, cixareyekê pê dixe. Pêşî hinekî çavên wî ji dûmana çixarê hesir dibin. Li paş xwe dizivirê û bi dengê bilind bang dike… Çawîş: Hêê! Li vir binêrin! Polîsek:             ( Serê xwe di ber derî re dirêj dike ) Belê, ezbenî! Çawîş:             Ji bo Xwedê, kaxezekê bîne! Ew kî ji we kaxezên ser maseya min didiz...

RÊWÎTIYEK BAHRA WANÊ (2004)

RÊWÎTIYEK BAHRA WANÊ Şevnî şevê ereba ez pê dihatim Wanê li otogara Tatwanê rawestiya. Rêwiyên Tatwanê yek bi yek jê daketin. Di hundurê erebê de ez û ajotvan tenê man. Ajotvanê ereba me li min zîvirî û go: - Ji te pê ve rêwiyên Wanê tune ye û ez nikarim ji bo rêwiyekî tenê herim heta Wanê… Hîn axaftina xwe bi dawî nekiribû min xwe ne girt: - Tu çawa dibêjî ez nikarim te bigehêjînim Wanê? Ji bo çi heyran? Berî ku bilêta xwe bibirim ji min re gotin “ Em ê te bi otobosê bişînin.” Ew jî hat guhertin,   min got de bila tişt nabe. Îcar ev çi ye, ma ev jî dibe? Ajotvan ji bo xwe bi heq derxe, axaftinek wisa kir ku xwe biparêze: - Li Diyarbekirê ji min re gotin heger di rê de rêwiyên Wanê çêbûn, tu dikarî heta Wanê herî. Ji bo te jî gotin, heger rêwî derneketin tu dikarî wî li Tatwanê li erebayeke din siwar bikî. Bi gotina ajotvan rêwiyên ji erebê daketibûn, li me civiyan û tevan dest bi temaşa min û ajotvan kirin. Di nav rêwiyên peya bibûn hin kes piştgirti...

Zimanê Teatroya Kurdî (Kurmancî- 2010)

                                Zimanê Teatroya Kurdî (Kurmancî) Lîstikên salên dawî çi encam derxistine yan jî gihîştiye kîjan merhaleyê? Xetimandinên teatro û lîstikvaniya kurmancî ji ku dest pê dikin? Şanoyên kurdî li welêt û li Stenbolê dixwazin ji xwe re rêyeke çawa vekin? Mirov dikare van pirsan zêdetir bike. Teatro; peyva berbiçav û texlîda her tiştî… Û bi kurdî teatro tiştekî wêdetir e… Ev rêya hanê zehmet e û êşên wê, astengî û pirsgirêkên wê gellek in. Wekî ku tê zanîn, komên teatroyê û listêkên kurdî kêm in. Yên bi şanoyê eleqedar in jî, ji hev dûr in û ji hev cuda ne; bi gelek ceribandin û şêwazên xwe, mirov dikare van xalan, yek bi yek li ser komên teatroyê bisekine -Ev mijareke din e- Di vê nivîsê de, ez dixwazim qala çend xalên sereke, bi kurtasî pirsgirêkên teatroyên kurdî, bikim. Mijara me ya destpêkê, zimanê şano û ...

ÇEND GOTİNÊN XWENDEVANÊ GEWÎ (Avrêl-2009)

                                         ÇEND GOTİNÊN XWENDEVANÊ GEWÎ Wekî   ku tê zanîn di derheqê   romana kurmancî de ji bo mijar, bûyer ,leheng , vegotin û hwd gelek   tişt têne gotin û têne ceribandin. Nivîskarên me kêm zêde xwe li van ceribandinên nuh diqewiminin û diceribînin. Di şewazên xwe de û di mijarên xwe de dixwazin hin tiştên nuh li romana kurmancî zêde bikin; bi rastî jî e ku ji heq tê jî henin. Ê ku bixwaze hin metafor û teknîkên nuh tevlî wêjaya xwe bike divê mirov wan tiştan bibîne û xweş   fêm bike. Bila biceribînin serkeftî-neserkeftî xem tune. Ji xwe wê xwendevan li gorî pîvanên vergirtina xwendina xwe   wê ji xwe re hilbijêre û wê ji xwe re tahmekê jê bistîne. Em her çiqasî li gor î pîvanên hunerê û wêjeyê   binirxinin jî a dawî wê...

Dîsko 5 No’lî

                                            Dîsko 5 No’lî              Dereng be jî, ji bo “Dîsko 5 No’lî”, dema nirxandineke bi Kurmancî ji zû de hatibû. Lîstik ev du sezon in dilîze û wiha xuya ye ku wê hîn jî bilîze. Ji bo vê lîstikê gelek tişt hatin gotin, lê heta niha lîstik bi Kurdî nehate nirxandin. Ji bo her lîstikê, divê neyînî an jî erênî temaşevanên Kurdî, di pîvanên hurmetê de dîtin û ramanên xwe vebêjin. Lê ez ê ji destpêkê de bibêjim, ev nivîs ji sedî sed erênî ye.              Mirov beriya lîstikê, ji wateya girtigehê haydar dibe û dizane lîstik wê li ser kîjan mijarê bisekine. Ji ber vê yekê, temaşevanên Kurd, di der barê girtîg...

DRAMATÛRJIYA TEATROYA KURDÎ

DRAMATÛRJIYA TEATROYA KURDÎ   Carinan hin mijar û hin gotin, bi hemdê xwe û bêhemdî xwe jî “ giran ” in. Gotinên giran di vegotin û xwendinê de mirovan aciz dike. Di Kurmancî de jî gellek tişt, bi vê giraniyê dest pê dike û dîsa bi vê giraniyê nayê famkirin. Ji ber ku wergirtina wateya kurmancî, ji bêpergalbûna “ îroniya xwe ” zû bi zû xwe nade dest xwendevên. Hin caran dibe ku ji bo hevokekê, çend hevokên din di hundurê kevanê de, bi têbinî were şîrove kirin. Sedemên vê yekê, di qelsbûna xwendina Kurmancî de dibînim. Gelek gotin, ji ber vê qelsiyê nagihêje muxetabê xwe û hişk dibe… Mafê gotinê li kê dikeve, mirov xwediyê wan peyvan e, yan na? Her gotin, çi berbirsyariyê dide xwediyê xwe? Mafê gotinê li ku disekine û muxetabê gotinê kî ne? Raste rast mecbûr dimînim û bêdîlî xwe peyvên giran weke “ divê, çareserî, Kurdî, xwendin û zanîn… ” bikartînim. Ez xweş zanim, ku mirov qala Kurdî bike û li ser navê “ em, zimanê me, çanda me, şanoya me ” vebêje, berbirsyariyeke giran ...

Xwendineke Li Ser “Ehlî Şano”

Xwendineke Li Ser “Ehlî Şano” Her xwendin, li ser daxwazên xwendevên binyadekê li ber xwe dertîne. Li gora xwendevan her xwendin dibe “tiştekî” din. Di her mijar û xwendinê de jî wiha dest pê dike. Berî ku mirov, dest bi xwendinê bike, xwe bi hin armancên xwendinê ve girê dide. Em dikarin van armancan wiha rêz bikin: “ Ez ê çi bixwînim? Ez ê ji bo çi bixwînim? Pêdiviya vê xwendinê ji bo min çiye? Ji bo vê xwendinê divê ez bala xwe bidim çi û çawa bixwînim? ” û her wiha mirov dikare li gora armanca xwestinên xwe, pirsên xwendina xwe zêde bike… Helbetê, ji bo her xwendinê rê û rebazek heye. Ku mirov tenê ji bo xwendinê bixwîne, ew ê tenê bibe demboriyek… Na, ku mirov di bala hişmendiyeke xwendinê de be, wê li gora pêdivî û kesayetiya xwe tevbigere. Ku xwestek diyar be, pişt re wê xwendevên, rê û rêbazan ji xwe re hilbijêre. Dema ku xwendin, bibe berhemên şanoyê, hin taybetî derdikevin himberî xwendevên. Taybetiya sereke ev e ku, berhemên şanoyê bi armanca ku tenê bên xwendin...

TÊLÎ EYŞAN- Miradê Kinê

TÊLÎ EYŞAN- Miradê Kinê   “…Navê wê dibijinê “Têlî Eyşan”: Keça Evdilheyalê Mirdêsî, li welatê Mirdêsiyê ye. Ma axa yeka çawaye …!   -           Yeka serbizêr e, Kofîkêl e, Awirşewat e, Kemalteşîr e, Nazik e, Xwînşêrîn e, Nazelîn e….   Serê wê, sêsed û çil û çar kezî na, Serê keziya bi aqûd û zumrûd û firingê bajarî na,              Tu dibê “Ya Xaliqo!” te di mûm û ava zîv û zêr de hilanîna!   Bi va dirêjkê sorkêra micara serê ziravayi ya memkê wê nîna! Dinanê wê hûr in, birincî na. Welleh narîn mecala bejn û bala wê tunî na.   Sing û berê wê çawa sipîna! Weke berfa zozanê Serhedê Weke wî pemboyê dora Adana te anîna. Û tu dibê’j qasê l’Mûdya Ji wa fillehê Zazê, Baqisyan… Ji devê kevana jenîn a.   Ewqa xatûneke çavreş e, Dêm bi gul e, Awirşewat a, Nazik e… Gelekî xwî...