Ana içeriğe atla

Kayıtlar

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ: ÊZÎZÊ GERDENZERÎ

NİVÎSKAREK Jİ ŞANOYA KURDÎ YA SOVYETÊ Ezîzê Gerdenzerî , di sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê (Gurcistanê) hate dinê. Zarotî û xortanîya xwe li gundê Dêrik/Cercerîs ê li Ermenîstanê derbas dike. Di sala 1970an de, Zankoya bizîşkîyê ya Yêrêvanê xelas kir. Sala 1978an, bû doktorê zanyarîyê bizîşkîyê. 37 salan li Komarên Qazaxstan û Ermenistanê de wek xîrûrg(şîrûrg), doktorê emeliyatê, kar kir. 1960î ve dest bi xwendin û nivîsandina Kurdî kir. Di rojanama “Rya Teze” de gelek nivîsên wî heta weşandin. Berhema wî ya yekem ya helbestan “Kilîta Dil” di 1968an de hat Ermenîstanê hat çapkirin. Şanonameya wî  “Zarîna Çiya” di 1989an de li Tiblîsê tê çapkirin û di 1990î de li Şanoya Kurdî ya Tiblîsê tê lîstin.  Ezîz Gerdenzerî, niha li Denmarkê dijî. Ji zimanên Rûsî, Ermenî, Denmarkî û ji Almanî weregerê dike. Ji berhemên wî yên ku hatine çapkirin “Fîncana ferfûrî” (Roman, 1990). Hemû berhemên wî bi navê“Gêlavêj”(1996) çap dibe ku di wê berevokê de, romana wî ya  duyem, du dr...

Şanogerekî Kurd li Gurcîstanê: Bînbaşê Axê

Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe tu yê karibî qala kurtejiyana xwe bikî? Bînbaşê Axê: Di sala1964an de li Ermenistanê li Gundê Qerebirnê/Karakirt hatim dunyê.  Zaraoktiya min di malbeteke de normal de derbas bû û tê gihîştim. Bavê min hostê dîwêr bû, dayika min bi malbatê re aleqeder dibû. Em pênc bira sê xwişk bûn, ji biçûktiya xwe de em bi toreyên xwe ve girêdayî bûn. Em hemû li vî gundî mezin bûn, piranya wan Ermenî bûn.  Nêzî 50 malê ezdîyan hebû. Li cihê ku hemû gund kurdbûn ders dihate dayîn, le bi malbatî em xurt bûn, ji ali ziman û toreyên xwe me xwe diparast. Kalikê min li Tulimê dixist. Bi çîrok û miqamên wan ez mezûn bûm. Paşe min li Gumrî li parekî sporê dikir xelas kir. Di salên 1978-1983an de ez bi gilaşê mijûl dibûm. Ji aliyê wezareta sporê ya Sovyetê ve ez weke “Hostê Gilaşê” hatim xelat kirin di mijdara 1984an de. Di 1984-1986an de min eskeriya Yekitiya Sovyetê kir. Piştî ku ez bo serdanekê hatim Tibilîsê edî min dev ji hemû tiştî berda û min dest bi şanoyê ki...

Bi derhêner Ferhat Keskîn re hevpeyvîn

Derhêner Ferhat Keskin, bi navê xwe yê kurdî weke “Ferhadê Feqî” jî tê nasîn,  di sala 1967an de li Çewligê ji dayik dibe. Piştî xwendina dibîstana seretayî, berê Stenbol, piştî du salan jî, koçî Elmanya dike, diçe cem malbata xwe. Li wir perwerdehiya diqedîne, dûre  dest bi karmendîtiyê dike.  Dev ji karmendiyê berdide, di nav komên cuda yên Almanî de dest bi lîstikvaniya şanoyê dike. Di sala 1992an de, li bajarê Kolonê, tev hevalên xwe koma “Teatira Botan” saz dike, li wir wek derhêneriya şanoya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê dike û pişt re lîstika Herold Pînter a bi navê “Zimanê Çîyan” derdixe. Ji 1992an heta 2006an, weke lîstikvanê şanogeriya Almanan di “Theater an der Ruhr” de cî digre, di heman demê de, di rêveberiya derhêneriya “Roberto  Cîûllî” karên xwe yên hunerî didomîne. Di 2006an de li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî” dîsa heman şano li Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” di 2012an û di 2008an de li Amed...

JI ŞANOYA KURDÎ "MEHMET ERBAY"

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî xwe bide nasîn? Mehmet Erbay: Ez ji Dirbesiyê ya giredayî Qoserê me. Min Zanîngeha Dîcleyê beşa înşatê xwend. Li zanîngehê nasina min bi şanoyê re çêbû, pişt re min û şanoyê me dej ji hevdû berneda. Min lîstkên xweyî ewil, hin kurte lîstik bûn, dema xwendekarbûm min ew li zanîngehê nîvîsandibû û me derxist ser sehnê. Pişt re ji bo ku ez karibim karê şanoyê bikim min perwerdahiya wê dît, li navenda hunerê amedê (DSM) kargeha şanoyê de şeş mehan ku perwerdehî ji komek îsveçiyan (riskteyatran) pêk dihat. Li Akedemiya Cegerxwîn sê salan û di hin kargehên demkin de min perwerde dît. Di wê navberê de min li NÇM ya Qoserê mamostetiya şanoyê jî dikir. Ez hîn jî bi saziya çand û hunerê a Qoserê ve girêdayî me.   Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi şanoyê re têkildarî? Mehmet Erbay:  Ji sala 2002yan ve û bi şanoya kurdî re jî sala 2006an.  Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo şanoyê çi ye? Mehmet Erbay: Xwesteka min ew e ku şanoger û şanoya...

Ferhad Pîrbal

Ferhad Pîrbal Di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1979an de, çîrokeke wî di kovara Rojî Kurdistan hat weşandin. Di 1983an de li Zanîngeha Selahaddîn (Li Başûrê Kurdistanê) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1984an de yekemîn kitêba wî “Malava Ey Welatekem”(şano) li çapxaneya Şehîd Îbrahim E’zo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê çap bû. Di 1986an de derket derveyî welêt. Li Parîsê Zanîngeha Sorbonne beşa Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend û doktora xwe li ser “Mêjûy Edebî Modern ya Kurdî” temam kir. Di navbera salên 1986-1994 de li Denmarkê cigiriya sernûserê Kovara “Yekgirtin” û “Derwaza” kir û nûsarên wî di kovarên “Nûdem, Hîwa, Xermane, Havîbûn…” hat belavkirin. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê kovara “Wêran” derxist û 1997an heta 2011an  di kovarên “Wercêran, Ciwayez, Şîn, Şiir”  de berpirs û sernivîskarî kir. Li Hewlêrê dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Ji 1994an vir ve li Zanîngehên...

WÊJE Û NIVÎSKARÎ: SÎDAR JÎR

Çetoyê Zêdo: Tu dikarî kurtejiyana xwe bi me bide nasîn? Sîdar Jîr: Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn li Şemrexê kir û ya lîse li Amedê kir. Min li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya perwerdehiyê xwend. Paşê min li fakulteya Îktisadê beşa Têkiliyên Navneteweyî(Navdewletî) xwend… Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalekî xwe (Deştî Rewşen) fanzîneke Kurdî bi navê Kulîlk derxist (2 hejmar)(2002), piştî fanzîna Kulîlkê bi navê Kulîlka Ciwan(2003) me (min û Deştî Rewşen) kovarek ku navenda wê Amedê bû derxist. Demekê min edîtoriya rojnameya Azadiya Welat kir… Piştre ligel çend hevalan min edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok kir, piştî edîtoriya Şemamokê min edîtoriya kovareke bi navê Dergûş (2005) a zarokan kir. Dema ku Kulîlka Ciwan bi fermî hate girtin min(ligel Dilawer Zeraq) dest bi edîtoriya Kovara W’yê kir(me 13 nivîskaran bi hev re ev kovar derxist). Li Amedê dijîm û li Akademiya Cegerxwîn Beşa Zim...

BI FERÎT KARAHAN RE “DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ

BI FERÎT KARAHAN RE “DERBÛYÎNA JI BUHİŞTÊ Û SÎNEMAYA KURDΔ Çetoyê Zêdo: Di Festîvala Antalya de cenabê, bi xelata “Porteqala Zêrîn” baştirîn Film wergirt û ev yek ji bo sinemaya kurdî bû pêngavek. Tu dikarî ji me re qala Kurtejiyana xwe bikî? Ferit Karahan: Ez di sala 1983’an de li gundekî Muşê hatim dinê. Min li Zanîngeha Marmarayê beşa Elektrîkê qedand.   Bi awayekî baldarî tekiliya min bi sînemayê re li zaningehê dest pê kir. Dema ez li zaningehê bûm, min perwerdehîya sînemayê bi çend atolyeyan de girt. Dû re di 2004’an de min dest bi kişandina kurte-fîlman kir. Di çend fîlmên dirêj de weke cigirê derhêner xebitîm û di 2012’an de min fîlma xwe ya yekam a dirêj kişand.                                                                                       ...